Hewlêr (Rûdaw) - Qonaxa xwadina master a Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanînegha Kurdistanê li parêzgeha Sineyê tê vekirin.
Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kurdistanê li bajarê Sineyê, Dr. Bextiyar Secadî ragihand, ji sala bihê ve qonaxa master a xwandina Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanînegha Kurdistanê li bajarê Sineyê tê vekirin.
Bextiyar Secadî ji Rûdawê re got, hemû amadekarî ji bo vekirina qonaxa xwandina mastera Ziman û Wêjeya Kurdî li Zanîngeha Kurdistanê hatine kirin.
Secadî diyar jî kir, ku Wezareta Xwandina Bilind a Îranê jî ew yek pesend kiriye, ku li Zanîngeha Kurdistanê qonaxa masterê ya Ziman û Wêjeya Kurdî bê xwandin.
Bextiyar Secadî herwiha got, ku daxwaz li ser Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî gelek zêde ye û ew beş li zanîngehê yek ji beşên herî serkevtî ye, ku berdewam daxwaza li ser xwandina di vê beşê de zêde dibe.
Serokê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kurdistanê destnîşan kir, ku pirtûk û waneyên xwandinê ji bo destpêkirina xwandina masterê di vê beşê de hatine amadekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse