Hewlêr (Rûdaw) - Seroka Şaredariya Qezaya Sûrê ya ser bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve, Filiz Buluttekin û 2 endamên Encûmena Şaredariyê îro li malên xwe hatin desteserkirin.
Îro Înê 20ê Kanûna 2019an, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li navçeya Sûra Amedê operasyonek pêk anîn û di ser hin malan de girtin.
Li gor agahiyan, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê di wê operasyonê de bi ser malên Seroka Şaredariya Qezaya Sûra Amedê, Filiz Buluttekin û 2 endamên Encûmena Şaredariyê de girtine û ew li malên wan desteser kirine.
Hatiye ragihandin, hêzên ewlehiyê di çarçoveya lêpirsînekê de ku Serdozgeriya Komarî daye destpêkirin, li malên wan kesan lêgerîn û pişkinîn pêk anîne.
Kesên ku hatine desteserkirin, bo Rêveberiya Asayişê hatine veguhastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse