Fewca Kurdên Kakeyî ji Heşda Şeibî veqetiya

Hewlêr (Rûdaw) – Fewca Kurdên Kakeyî ya di nav Heşda Şeibî de dest ji kar kişandine. Fermandarê Fewca Kurdên Kakeyî dibêje: “Eger mûçeyên me werin dabînkirin, em amade biçin nav Pêşmerge.”

 

Fermandarê Fewca Kakeyiyan Umêd Husên ji Rûdawê re ragihand: “Bû salek û çar meh, mûçeya Fewca Kakeyiyan nehatiye dayîn, ji ber vê yekê me biryar da ku em vekişin û dest ji kar berdin. Dema mûçeyên me were dayîn, em amade ne vegerin ser karê xwe.”

 

Umêd Husên diyar kir: “Niha endamên fewca me bi karên rojane û peydakirina debara xwe ve mijûl in. Lê peywendiya wan bi Polîsê Federalî re heye û car caran bi wan re diçin operasyonan.”

 

Li ser peywendiya wan a bi Pêşmerge re, Umêd Husên amaje bi wê yekê kir ku her çiqas Desteya Giştî ya Heşda Şeibî soz daye ku dê mûçeyên wan bide, lê eger mûçe ji bo wan werin dabînkirin, ew dikarin tevlî Pêşmerge û hêzên Kurdistanî bibin.