Rêxistina Mafê Mirovan: Li Efrînê çekdar dest dane ser mal û milkên xelkê

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê çend kiryar û binpêkirinên grûpên çekdar li devera Cindirêsê ya herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê tomar kirine. Di nav binpêkirinan, birîna daran, desteserkirina berhemên cotyaran û cudakariya regezperest li dijî xelkê resen ên herêmê hene.

 

Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê tekez dike ku grûpa Ehrar el-Şerqiyê careke din dest bi kiryarên dizî, talankirin û revandinê kiriye.

 

Piştî şerê ku bi nav li dijî grûpa Şîhên Ehrar el-Şerqiyê li nav bajarê Efrînê û hin deverên din hatibû kirin, da ku li gorî fermandariya Artêşa Niştimanî rê li binpêkirinên wê grûpa navborî bê girtin, rêxistina mafê Mirovan li Efrînê tekez dike ku ew grûp careke din dest bi kiryarên dizî, talankirin û revandinê kiriye.

 

Rêxistina navborî çend kiryar û binpêkirinên grûpên çekdar li devera Cindirêsê tomar kirine û hinek ji wan ev in:

 

-Grûpên Çekdar 8 darên zeytûnan ên her du welatiyên bi navê Subhî Iskende û Elî Omer birîn.

 

-Grûpên çekdar 15 çewal zeytûn ji zeviyê welatiyê bi navê Hisên Silêman daweşandin.

 

-Li gundê Kora, çekdarên Ehrar el-Şam 108 teneke zeyt ên welatiyê bi navê Tewfîq Henan desteser kirin. Çekdarên Semerqend û Ehrar el-Şam rojane bi dehan ton dar ji bilindahiyên Tetera û Hec Hesna dibirin

 

-Erebên hawirde darên wan hewşên welatiyên ku dest danîne ser dibirin

 

-Rêxistinê tendirustî û hawarçûnê alîkariyan tenê ji bo çekdaran û erebên hawirde pêşkêş dikin.


Di dema dabeşkirina tov li ser cotyaran, navê cotyarên kurd dihat jinavbirin û navê erebên hawirde li şûnê dihat tomarkirin

 

-Desthilatên Tirkiyê penaberên perestyar, anku mûmeridên kampa Atmê wekî bijîşk dixin ser kar û bijîşkên kur ji kar bêpar dikin.

 

-Grûpa Şehîdên Şerqiyê, bi fermandariya Ebû Xewle ji nû ve dest bi dizî, talanî û revandinê kiriye.

 

-Grûpên çekdar, serê malê tenekeyek zeyt li ser gundiyên Aşkê Xerbî wekî baca zorane ferz kirine.

 

-Grûpa Hemzat 25% wekî bac li ser gundiyên Çolaqa, Gewrika, Feqîra û Qujûman ferz kirine.

 

Ji bilî kiryar û binpêkirinên ku rojane li herêma Efrînê li ser destê grûpên çekdar tên kirin, rewşa ewlehiyê jî roj bi roj xirabtir dibe.

 

Çavkaniyên xwecihî yên ku ji  Rûdawê re axivîne, tekez dikin ku binpêkirinên çekdaran û têkdana rewşa ewlehiyê yek armanca wan heye. Ew jî têvedana xelkê resen ê herêmê berve koçberiyê ye da ku demografiyaya wê herêma Kurd a resn bê guhertin.