Encûmena Asayîşa Kurdistanê: Ev rewş xefikeke metirsîdar e!

20-12-2017
RÛDAW
Nîşan Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Xwepêşandan Silêmanî Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê xwepêşandanan de ragihand, ku ev rewş dafik û xefikekî metirsîdar e û şîrazeya siyasî û civakî ya Herêma Kurdistanê dike armanc. Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ji ber vê rewşê berê tîran da Bexdayê û ji hemwelatiyan jî xwest, ku vê qonaxa hestiyar li ber çav bigrin.

 

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê xwepêşandanên li Silêmanî, Helebce û navçeyên din de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Xwepêşandanên bi şaristanî û aştiyane mafê hemwelatiyan e lê ya tê dîtin dûrketine ji têgîna xwepêşandanê. Lewma em ji hemwelatiyên xoştivî daxwaz dikin rê nedin daxwazên wan ên rewa nekeve bin xizmeta planên siyasî yên bi guman ên navxwe û herêmî.”

 

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin, ku pêwîst e gel bi yekhelwestî vê qonaxê derbas bike û wiha hate gotin:

 

“Divêya ev xwepêşandanên niha li ser dijîtiya wê siyaseta ne rewa ya desthilata Bexdayê be, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê siyaseta dorpêç û birsîkirina hemwelatiyên herêmê dimeşîne.”

 

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê bi bîrxist, ku desthiladarên Bexdayê xwe ji danûstandinên li gel Herêma Kurdistanê dûr digrin û di heman demê de dorpêça aborî, siyasî û gefa leşkerî ya li ser Herêma Kurdistanê jî berdewam e û ragihand: “Ew li hêviya têkçûna rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê ne. Lewma ev rewş dafik û xefikekî metirsîdar e û şîrazeya siyasî û civakî ya Herêma Kurdistanê dike armanc.”

 

Herwiha Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ji hemwelatiyanx west, ku vê qonaxa hestiyar li ber çav bigrin û rê nedin hinek alî di bin siya daxwazên wan de êrîşê sazî û dezgehan, herwiha cihên giştî bikin.

 

Di dawiya daxuyaniyê de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ji hêzên ewlekariyê jî xwest, ku bi awayeke berpirsiyarî tevbigerin û jiyana hemwelatiyan, milkên giştî û ewlekariya Kurdistanê biparêzin.

 

Nivîsin: Necmî Salih

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst