Galeriya wêneyan

20-12-2016
15 Photos
RÛDAW

Mihabad (Rûdaw) –

 

Li başûrê bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, işkevta Seholan heye ku di nav dilê erdê de ye û bi dîmenên xwe yên cuwan û balkêş, bala geştyar û rêwiyan dikişîne ser xwe.


Işkevta Seholan ku dikeve nêzîkî gundekê bi heman navê (gundê Seholan), li ser rêya navbera her du bajarên Mihabad û Bokanê ye.

 

Herwiha ew işkevta balkêş, piştî işkevta Elî Sedr a li parêzgeha Hemedan a Rojhilatê Kurdistanê, weke duyemîn işkevta mezin a avî û dîrokî li seranserê Îranê tê naskirin.

 

Işkevta Seholan, işkevteke avî ye û li gorî çavkaniyên fermî yên Îranê, kûrahiya ava wê di navbera 25 metr heta 40 metran de ye. Herwiha ava di nav işkevtê de gelek zelal e, bi awaykê ku binê avê jî tê dîtin.

 

Ji ber taybetmendî û dîmenên balkêş ên işkevta Seholan, salane gelek geştyarên navxweyê Rojhilatê Kurdistanê, Îranê û herwiha geştyarên biyanî serdana wê işkevtê dikin.

 

Ji aliyekê din ve, ji ber ku hejmareke zêde ya kotir li wê işkevtê dijîn û hêlîna wan li wir heye, işkevt bi Kune Kotre (Hêlîna Kotiran) jî tê naskirin.


Bajarên Mihabad û Bokan girêdayî parêzgeha Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ne. Herwiha parêzgeha Hemedanê ku navenda wê bajarê Hemeden e, parêzgeheke Rojhilatê Kurdistanê ye. Hemedan di dîrokê de navenda Imperatoriya Med ango Medya bûye, ku weke cedên kurdan tên naskirin.