Şerê Pêşmerge û DAIŞê - Fîşek neman bi kulman li hev dan!

20-12-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Pêşmergeyek di şerê eniya Xazirê ya rojhilatê Mûsilê de bi guleya DAIŞê birîndar dibe, lê heta guleya dawî şerê sîng bi sîng dike û efsaneyekê çêdike.

Ew pêşmergeyê bi navê Hêmin Elî roja Înê li Xazirê di şerê sîng bi sîng de bi 2 guleyan birîndar dibe.

Hêmin Elî ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarekî DAIŞê ku guleyên wî jî nemabûn, dixwest bi kêrê serê min jêbike, lê îradeya min bihêz bû û min bergirî kir û min nehişt kêra wî DAIŞiyî heta dawî biçe.”

Hêmin ji qirka xwe ve bi kêra wî DAIŞî birîndar dibe, lê hevalên wî zû pêve tên û bi guleyan wî çekdarî dikujin.

Kêr li qirka wî pêşmergeyî ketiye û niha li nexweşxaneya Hewlêrê ye û tê dermankirin.

Pispor dibêjin, ji ber nemiroviya çekdarên DAIŞê, ew kesên ku dikevin hemberî wan de bêmoral dibin, lê Hêmin dibêje: “Tevî ku ez birîndar bûm, lê dîsa moralê min bilindtir bû.”

Hêmin Elî wiha domand: “Tevî ku gule li herdu lingên min ketine, lê dema ku ez baş bibim ezê di cih de biçim eniyên şer û eger pêwîstiya Pêşmerge bi min hebe, hema sibe ezê biçin ligel wan şer bikim.”





Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst