Rojên Mewlûd û Kirîsmesê bêhinvedanên fermî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, rojên jidayîkbûna Hz. Mihemed (Mewlûd) û Hz. Îsa (Kirîsmes) bêhinvedanên fermî ne.

Hikûmeta Kurdistanê di daxuyaniyekê de roja Mewlûdê (23ê Kanûnê) û roja Kirîsmesê (25ê Kanûnê) wek bêhinvedanên fermî ragihand.

Di daxuyaniyê de Mewlûd li hêzên Pêşmerge, malbatên şehîdan û tevahiya misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê hat pîrozkirin, roja Kirîsmesê jî li tevahiya mesîhiyên Kurdistan, Iraq û cîhanê hat pîrozkirin.

Her wiha hat gotin, ji ber ku roja Pêncşemê (24ê Kanûnê) jî, dikeve navbera du bêhinvedanên fermî, wek bêhinvedan tê ragihandin.