Laleş- Cejna Rojiyê bê merasim birêve çû

Laleş (Rûdaw)- Cejna Rojiyê ya kurdên êzîdî derbas bû û wek par ew cejin bê merasim birêve çû.

Kurdên êzîdî cejnê li hev pîroz dikin lê dibêjin, cejna me dê wê demê pêk were, dema keç û jinên me ji destê DAIŞê werin derxistin û ew kesên ku ferman anîn serê Şingalê bigihên cezaya xwe.

Herwiha dibêjin, cejna mezin a kurdên êzîdî dê roja vegera wan be bo Şingalê û deverên wan ên din.

Şêwirmendê Serokwezîrê Kurdistanê Hisên Qasim Hesûn ji Rûdawê re ragihand:“Cejna me ew e, dema Şingal û derdora wê bi temamî werin rizgarkirin, herwiha dema keç û jinên êzîdî vegerin nav me û ew tohmetbar bigihên cezaya xwe.”