Amed, Hewlêr û Kobanî rizgariya Şingalê silav dikin!

20-12-2014
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amed, Kobanî, Hewlêr û hemû kurdên cîhanê rizgarbûna Şingalê silav dikin.

Peyamnêrê Rûdawê li ser sînorê Kobanî Imer Kalo ragihand, xelkê Kobanî yên ku ji ber şerê DAIŞê reviyane Bakurê Kurdistanê bi meraqeke mezin şerê Şingalê dişopînin û ji rizgarbûna Şingalê pir kêfxweş in.

Imer Kalo got, xelkê Kobanî hêvî dikin ku çawa Şingal rizgar bû Kobanî jî bi hevkariya hêzên kurdî rizgar bibe.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê, Maşallah Dekak jî li nav bajêr de raya xelkê Amedê li ser rizgariya Şingalê pirsî. Xelkê Amedê ji rizgarbûna Şingalê pir kêfxweş in lê daxwaza wan ew e ku kurd her dem bibin yek.

Li Hewlêrê jî welatî ji rizgariya Şingalê pir kêfxweş in û vê xwe deyindarê Pêşmerge û Barzanî dibînin.

Peyamnêrê Rûdawê li Almanyayê Zinar Şîno jî di nav kurdên diyasporayê de geriya û raya wan li ser şerê rizgarkirina Şingalê pirsî. Kurdên diyasporayê jî kêfxweşiya xwe ji vê bûyerê nîşan dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst