Saziya Keşnasiyê ji bo 13 parêzgehên bakurê welêt hişyarî da

20-11-2024
RÛDAW
Nîşan Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê Baran Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 16 parêzgehan hişyariya berf û baranê da ku ji wan 13 parêzgeh ên Bakurê Kurdistanê ne.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li ser guherîna rewşa hewayê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji 21ê mehê û pê ve dê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê germahî 10-15 pileyan dakeve û li 16 parêzgehan berf û baran bibarin.

Li parêzgehên Amed, Mereş, Meletî, Mûş, Semsûr, Xarpêt û Êlihê baran û li parêzgehên Çewlîg, Colemêrg, Dêrsim, Şirnex, Bedlîs û Sêrtê jî dê berf bibare.

Her wiha li 3 parêzgehên Tirkiyeyê jî barana gur dê bibare û hişyariya ba û bahozê jî hat dayîn.

Hat ragihandin ku ev rewş heta hefteyekê dê bidome û li parêzgehên mezin ên Tirkiyeyê yên wekî Enqere û Stenbolê jî dê baran dibare û egera bahozê heye.

Saziyên pêwendîdar hatine hişyarkirin ku tedbîrên pêwîst werin standin.

Li gorî pêşbîniya Saziya Keşnasiyê roja şemiyê li parêzgeha Stenbolê dê baran û berf bi hev re bibarin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst