Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê hezêke nû ya leşkerî şand Efrîna Rojavayê Kurdistanê.
Tirkiye li aliyekî dixwaze têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re asayî bike û Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dixwaze bi Serokê Sûriyeyê Beşar Esad bicive li aliyekî jî hêzên nû dişîne Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.
Li aliyê din Sûriye û Rûsya, Tirkiyeyê li Sûriyeyê wekî hêzeke dagirker bi nav dikin û Sûriye ji bo asayikirina pêwendiya vekişîna hêzên Tirkiyeyê wekî merc derdixin pêş.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) artêşa Tirkiyeyê karwanekî nû yê leşkerî bi rêya Deriyê Sînorî yê Bab El Selamê şand navçeya Kefir Cenê ya Efrîna dagirkirî.
SOHRê da zanîn ku karwan ji 15 wesayitên zirxî û 7 wesayitên kelûpelên lojîstîk, barhilgirên vala, 2 barhilgirên veguhastina alavên giran û leşkerî û ambulanseke leşkerî pêk tê.
29ê Çiriya Pêşîn a 2024an artêşa Tirkiyeyê 17 wesayîtên leşkerî, lojîstîk û sotemeniyê şandibûn Îdlibê.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyeyê û komên çekdarên ên nêzîkî wê, 20ê Kanûna Paşîn a 2018an ji asman û bejahiyê bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û komên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse