Dadgehê 9 sal ceza da Hevserokê Şaredariya Colemêrgê

20-11-2024
RÛDAW
Nîşan Mehmet Siddik Akiş Şaredariya Colemêrgê Qeyûm Ceza Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgehê 9 sal cezayê girtîgehê da Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 3yê Hezîranê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku wan qeyûm daniye ser Şaredariya Colemêrgê.

Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Sidik Akiş jî heman rojê li di doza ku 12 sal berê lê hatibû vekirin de bi hinceta "Tevî ku ne endamê rêxistinê ye li ser navê rêxistinê sûc kirite û "qanûna civîn û xwepêşandanan binpê kiriye" hatibû girtin.

Rûniştina dozê îro li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dadgehê 9 sal cezayê girtîgehê da Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş.

Mehmet Siddik Akiş di hilbijartinên 31ê Adara 2024an de wekî Serokê Şaredariya Colemêrgê hatibû hilbijartin.

Lê piştî demekê bi hinceta ku berê doz lê hatibû vekirin hate girtin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir