Li Hesekê krîza avê: 'Qutkirina avê komkujiyek e'

20-11-2024
RÛDAW
Zarokeke ji Hesekê tankerê av vedixwe /Wêne: Arşîv
Zarokeke ji Hesekê tankerê av vedixwe /Wêne: Arşîv
Nîşan Hesekê Krîza Avê Xalid Cebir Mişel Osman Tirkiye Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerê Xalid Cebir li ser qutkirina ava Hesekê got, "Qutkirina avê li gorî qanûnên navneteweyî li dijî mirovahiyê komkujiyek e."

Li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, ji ber qutkirina ava Santrala Elokê nêzîkî milyonek kesî rastî astengî û zehmetiyan tên.

Bi sedema krîza avê, li Hesekê zehmetî, astengî û alozî derdikevin holê.

Ava vexwarinê û şuştinê peyda nabe û êdî rewşeke gelekî zehmet derketiye holê.

Hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ên ser bi wê ve, di van salên dawiyê de ava Elokê bi dehan caran qut kiriye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, halê nêzîkî milyonek şêniyên Hesekê û çoltera wê ji ber krîza avê gelekî xerab e.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û Saziya Avê ya Hikûmeta Sûriyeyê dibêjin ku ew hewl didin bandora krîza avê sivik bikin.

Parêzerê ji Hesekê Xalid Cebir bû mêvanê Rûdawê û li ser krîza avê ya Hesekê bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Parêzer Xalid Cebir da zanîn ku ji dagirkirina Serê Kaniyê ve Hesekê di rewşeke gelekî zehmet re derbas dibe û ava vexwarinê tenê ji bîrên derdora Hesekê tê peydakirin lê ew av jî ne tendurist e.

"Qutkirina avê li dijî mirovahiyê komkujiyek e"

Xalid Cebir got:

"Qutkirina avê li gorî qanûnên navneteweyî li dijî mirovahiyê komkujiyek e.

Krîza avê krîzeke mezin e û êş, azar û nexweşî bi xwe re anîne.

Heta niha ne qada navneteweyî, ne Hevpeymaniya Navneteweyî û ne jî Rûsya dikaribû vê pirsgirêka avê çareser bike û dewleta dagirker a Tirkiyeyê mecbûr bikin ku avê berde."

Her wiha Xalid Cebir diyar kir ku heta niha ti rêxsitinên navneteweyî ji bo çareserkirina avê bi awayekî cidî gav neavêtine.

Xalid Cebir ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêka ava Hesekê û projeya avê ya Amûdê hîn temam nebûye û dibe ku di demeke nêzîk de dîsa dest bi xebatan bikin.

Li ser ava Çemê Feratê jî Xalid Cebir got ku ava Çemê Feratê her tim nagihîje hemû taxên Hesekê û ew ji nebûye çareserî.

Mişel Osman: Ji bo maleke 4 kesî 300 hezar lîreyên Sûriyeyê lazim e

Nivîskarê Kurd Mişel Osman ku ji bajarê Hesekê ye li ser mijara qutkirina avê ji Rûdawê re got ku armanca Tirkiyeyê têkdana binesaziya avê ya Rojavayê Kurdistanê ye.

Mişel Osman diyar kir ku berî niha çemên Xabûr û Ceqceqê bajarê Hesekê xweş kiribûn lê niha ew her du hatine çikandin.

Her wiha Mişel Osman da zanîn ku ji dagirkirina Serê Kaniyê heta niha Tirkiye û komên çekdar ên di bin kontrola wê de bêhtirî 40 carî ava Elokê li ser Hesekê birîne û ji Hezîrana 2023yan heta niha av nehatiye berdan.

Li aliyê din, Mişel Osman tekez kir ava ku tê firotin jî têra xelkê bajêr nake û maleke 4 kesî ji bo ku avê bikire mehê bêhtirî 300 hezar lîreyên Sûriyeyê ji wan re divê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst