2 cerdevan mirin
Hewlêr (Rûdaw) – Li Bakur û Başûrê Kurdistanê 2 cerdevanên Tirkiyeyê mirin.
Li gorî medyaya fermî ya Tirkiyeyê (AA), cerdevanên Bedlîsî yên bi navên Çetîn Ozdag (46) û Ecevît Kayli (50) ji ber “krîza dil” mirine.
Hat gotin ku Çetîn Ozdag ji gundê Mezremîranê yê navçeya Motkanê ya Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ye.
Dema ew li Başûrê Kurdistanê bû krîza dil kiriye û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê miriye.
Hat destnîşankirin ku Ecevît Kayli jî ji gundê Kîzankê yê Motkanê ye û dema wî li gundê xwe cerdevanî dikir ji ber “krîza dil” miriye.
Li gorî heman çavkaniyê, termên her du cerdevanan hatine veşartin.
Li hêla din, Parêzgariya Bedlîsê bi rêya hesabê xwe yê Xê wêneyên dema veşatina termê cerdevan Çetîn Ozdag belav kirin.
Divê were gotin ku Tirkiye gelek cerdevanên ji Bakurê Kurdistanê dibe Başûrê Kurdistanê da ku bi gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şer bikin.