Li Hewlêrê piştî baraneke gur lehî rabû

20-11-2023
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Parastina Sivîlan a Hewlêrê ragihand ku ji ber lehiyê av ketiye hinek malan û wan ji bo çareserkirina pirsgirêkê tîmên xwe şandine.

Doh bi şev li Herêma Kurdistanê baraneke gur bariya û îro derket holê ku li parêzgehên Hewlêr û Dihokê bandoreke wê ya mezin hebûye û li hinek cihan asta avê bilind bû.

Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Hewlêrê Karwan Mîrawdelî ji Rûdawê re ragihand:

“Derengiya şevê av çû nav du malên Şawêsê lê zerer zêde nebû û me tîm rasterast şandin cihê bûyerê.

Îro li Behirkê jî av çû nav çend malan û tîmên me rasterast çûn cihê bûyerê.”

Berdevkê Rêveberiya Parastina Sivîlan a Hewlêrê Karwan Mîrawdelî herwiha anî ziman:

“Li gelek cihan av rawestiyabû. Doh Cadeya 60 Metrî û îro jî çend cadeyên din di bin avê de mabûn lê her tişt çareser bûye û niha ti pirsgirêk nemane.”

Li Silêmaniyê lehî ranebûye

Li navenda bajarê Silêmaniyê 11 baregehên Parastina Sivîlan hene û hemû jî di amadebaşiyê de ne.

Rêveberê beşa kanalîzasyonê ya Şaredariya Silêmaniyê Mehmûd Mihemed ji Rûdawê re got:

“Li ti cihan lehî ranebûye û eger pirsgirêk hebin jî hewl hatiye dayîn demildest bê çareserkirin û hemû dezgehên Şaredariya Silêmaniyê di amadebaşiyê de ne.

Hemû tîm li kolanan in da ku rasterast pirsgirêkan çareser bikin.”

Mehmûd Mihemed got:

“Hemû pirsgirêkên ku par hebûn hatin çareserkirin û proje hatin bicihkirin. Ev 2 roj in baran dibare û ti pirsgirêk li ti cihan derneketine.”

Rêveberê beşa kanalîzasyonê ya Şaredariya Silêmaniyê dibêje, hemû kanalîzasyon ji bo werza baranê ya îsal hatine pakkirin û amadekirin.

Li parêzgeha Helebçeyê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê barana gur berdewam e û metirsiya rabûna lehiyê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst