Li Meletiyê bi hêza 4,5 pileyan erd hejiya

20-11-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîroyê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, erdhejeke bi hêza 4,5 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku demjimêr 10:36an li navçeya Şîroyê erdhejek bi hêza 4,5 pileyan çêbûye.

Li gor AFADê, kûrahiya erdhejê 7 kîlometreyan bûye.

Parêzgarê Meletiyê Ersin Yazici ragihand ku piştî erdhejê yekser dest bi xebatên li qadê kirine û heta niha ti rewşeke neyînî nehatiye tomarkirin.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê ku li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bûn sedema canjidestdana zêdetirî 50 hezar kesî erdhejên paşekî berdewam in.

Heta niha zêdetirî 20 hezar erdhejên paşekî hatine tomarkirin ku ya herî mezin bi hêza 6,4 pileyan li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyeyê hat tomarkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst