Lehiya li Bismilê: 'Ez 90 salî me cara ewil e baraneke wiha dibînim'

21-11-2023
Abdulselam Akinci
Lehiya ku li Bismilê rabû gelek tax di bin avê de hiştin
Lehiya ku li Bismilê rabû gelek tax di bin avê de hiştin
Nîşan Lehî Bismil
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Barana gur li navçeya Bismila Amedê bû sedema lehîyê.

Li navenda Bismilê û gundên wê bi dehan mal û dikan di bin avê da man.

Welatî ji ber zirarek canî nîne kêfxweş in lê zererele zêde ya madî gihiştiye wan.

Kalemêrên Bismilê dibêje me di emre xwe de baranek ewqasî gur û zêde nedîtibû.

Saziyên pêwendîdar di amedebaşîye de ne lê gelek malbatên ku alîkarî negihişte wan bi derfetên xwe ava lehiyê ji hewş û axurên xwe vala kir.

Li gorî saziîya keşnasiya Tirkiyeyê ji 21ê mehê şûn ve keş û hewa dê li Amedê normal bibe.

Şêniyê Bismilê Hecî Nurî Demîrcan got:

“Emrê me bû 90 sal, min baraneke wekî şevê din nedîtiye. Erê ti tiştên me neman. Hemû çûn.”

Şêniyê Bismilê Zeliha Demîrcanê jî wiha behsa keliyên rabûne lehiye kir:

“Min derî girt û ew bezim sifrê û min sifre xist binî lê xure xura avê bû dihat. Heya vê sibehê lehî hebû. Ez qet raneketim.”

Cîhê kêfxweşîyê ew e ku zererên canî çene bûye.

Niha li alîyek baran dewam dike û li alîyek din jî tîmên parastinî yên sivîlan û saziya DISKê tax bi tax digerin û avahiyên ketine ber lehiyê ji gilêş û heriyê paqiş dikin.

Serokê Şaxê DISKê yê Bismilê jî got, “Niha her tişt di bin kontrola me da ye. Me her der vala kirine. Em baxçeyan vala dikin. Niha ti pirsgirêkek me nîne.”

“Em şepirze bûne”

Zerermedenke lehiyê got, “Kaya me giş şil bûye. Em ne dikarin bixin torbe ne jî dikarin bixin tenûrê. Em şepirze bûne.”

Zerermendê lehiyê Mehmetşah Koluman diyar kir ku kes bi hawara wan neçûye û ew bi derfetên xwe paqijiyê dikin.

Welatî Salîme Demîrcan jî got:

“Saet yek û nîv bû min dît baran hat. Min elekirîk vekir min dît av gihiştiye heta vê derê.

Me derî vekir. Xaniyên me yên paş giş tije bûne. Eşyayên me giş şil bûne. Min bere baranek bi vî rengî nedîtibû. Eşyayên me giş çûye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst