Serok Barzanî serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Johnson qebûl kir

20-11-2023
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Boris Johnson
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê, serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson qebûl kir.

Serok Mesûd Barzanî di hevdîtinê de bal kişand li ser girîngiya têkoşîna li dijî terorê û got, “Hebûna DAIŞê bandorê li aramiya herêmê dike.”

Di hevdîtinê de mijarên wekî têkoşîna li dijî terorê, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de hatin gotûbêjkirin.

Herwiha aliyan bal kişand ser wê yekê ku pêwîst e pirsgirêk, li gorî destûra bingehîn werin çareserkirin.

Serok Barzanî di hevdîtinê de, rola Brîtanyayê ya di têkoşîna li dijî terorê de teqdîr kir û got:

“Gefa raman û îdeolojiya DAIŞê ya ku bi şerê leşkerî nehatiye qedandin berdewam e. Hîn jî metirsiya terorîstên DAIŞê gef li aramiya deverê dixwe.”

Li aliyê din Boris Johnson ji bo hevdîtina bi Serok Barzanî re kêfxweşiya xwe anî ziman.

Herwiha Johnson ji ber têkoşîna wî ya di şerê li dijî terorê de pesnê Serok Barzanî da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst