Li Çewlîgê du otobus qulibîn: 22 birîndar

20-11-2023
Nîşan Çewlîg Otobus Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê, du otobus qulibîn, 22 kes birîndar bûn.

Otobusek li ser rêya Kanîreş-Erziromê qulibû û 15 kesên tê de birîndar bûn.

Otubusa duyem jî li ser heman rêyê qulibî û 7 kesên di wê otobusê de birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê hemû birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Hat zanîn ku her du otobus jî ji ber berf û pûkê qulibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst