Li Efrînê polîsên serbazî 3 welatî girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyê ve 3 welatî bi tohmeta “hebûna peywendiyê li gel Rêveberiya Xweser” girtin.

Li gor çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser, li gundê Dêr Bellûtê yê ser bi navçeya Cindirêsê ve, polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyê ve avêtine ser malên gundiyan û 3 welatî girtine.

Hatiye ragihandin ku ew her sê kes bi tohmeta “peywendiya li gel Rêveberiya Xweser” hatine girtin.

Derbarê nasnameya wan kesan de heta niha zanyarî nehatine bidestxistin.

Li gor heman çavkaniyan, armanc ji girtina wan kesan ew e ku fidyeyê ji xizm û malbatên wan bistînin.

Roja 18ê Mijdarê jî, li ser sînorê Cindirêsê polîsên serbazî yên ser bi Tirkiyê ve welatiyek girtin û heta niha ne diyar e ka bi çi tê tohmetbarkirin.