PDKÎ: Komara Îslamî ya Îranê plan daniye

20-11-2022
RÛDAW
Nîşan PDKÎ Rojhilatê Kurdistanê Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Demokrata Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê hewl dide xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ber bi tundiyê ve bibe û daxwaze ji xelkê dike ku nekevin wê xefka desthilatdariya wî welatî. PDKÎ herwiha  daxwazê ji xwepêşanderên Rojhlatê Kurdistanê deke, xwepêşandanan berdewam bikin û ziyanên canî jî kêm bikin.

Navenda Rêveberiya PDKÎ û rayedarên wê di du daxuyaniyên cuda de diyar kirin ku Komara Îslamî ya Îranê plan daniye ku xwepêşandan û nerazîbûna ber bi tundiyê ve zêde bike û daxwaz kir ku xwepêşandêr nekevin wê xefkê.

PDKÎ dibêje: “Êrîşa li ser malan û şewitandina wan li dijî nirxên şoreşgerî û azadîxwaz ên têkoşîna Kurdan e. Divê em wendahiyên vê têkoşîn û serhildana gelê Kurd û ziyanên canî kêm bikin.”

Berpirsê Navenda Rêveberiya PDKÎyê Mistefa Hicrî jî di peyamekê de ragihand ku divê “windahiyên vê şoreşê bêne kêmkirin.”

Mistefa Hicrî dibêje: “Şehîdbûna ciwanên Kurdistanê tê wateya ji destdana samaneke giranbuha. Eşkere ye ku Komara Îslamî dixwaze xwenpêşandanan ber bi rêyeke din ve bikşîne. Lewma divê gelê Kurd li hemberî komployên rejîmê û dijminên gelê me hişyar be.” 

Ev 65 roj in li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û çalakiyên protestoyî tên lidarxistin. Ji roja Sêşemê 15ê Mijdara 2022yan ve ve xwepêşandan li Rojhilata Kurdistanê zêde bûne û di vê heyama  xwepêşandanan de 29 kes li Rojhilata Kurdistanê ji alîyê hêzên Îranê ve hatine kuştin. Li gor agahiyên Rûdawê bi dest xistine, hijmareke zêde ji hêzên pasdaran û polîs li bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatine bicihkirin.

Hicrî herwiha got: “Tevahiya miletê Kurd û azadîxwazên Îranê şanaziyê dikin ku di oxira maf û azadiyên gel de şehîd bûne, lê di vê qonaxê de divê parastina jiyana gelê Kurdistanê û çalakvanên karê pêşîneyek be, bi taybetî ez bang li aliyên me yên leheng dikim ku xwepêşandanan berdewam bikin û ziyanên canî jî kêm bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst