Hêzên Îranê bi çekên giran derbasî nava Mihabadê bûn

20-11-2022
RÛDAW
Hêzên Îranê bi çekên giran derbasî nava Mihabadê bûn
Hêzên Îranê bi çekên giran derbasî nava Mihabadê bûn
Nîşan Mihabad Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva derbasbûyî hêzên Îranê bi çekên giran çûne nav bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê û elektrîk li ser bajêr hate qutkirin û her wiha berdewam dengê teqeyan dihatibe bihîstin.

Li gorî wan vîdeoyên serê sibeha îro hatine belavkirin, nav bajêr tarî ye. Li her derê dengê teqekirinê tê. Lê nerazîtî berdewam in. Ciwanan agir vêxistine û jin û keç li ber deriyan dirûşmên li dijî desthilatê dibêjin.

Li bajarên derdora Mihabadê bi rêbendan û agir hilkirinê ciwanên xwepêşander hewl didin rêya çûna hêzên serbazî bo nav bajarê Mihabadê bigirin.

Li bajarên Bokan, Seqiz, Merîwan, Dîwandere, Pawe, Kirmaşan, Bane, Nexede, Pîranşar û Xoyê yên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandan berdewam bûn. Xwepêşandaneke mezin jî li bajarê Murmurî yê parêzgeha Îlamê hebû, hejmareke navendên hikûmî û bingehên Supaya Pasdaran ji aliyê xelkê ve hatin şewitandin.

Li Îranê jî li parêzgehên Tehran, Şîraz, Erak, Erdebîl û Tewrêz û hejmareke bajarên din jî nerazîtî şeva derbasbûyî berdewam bûn.

Kesên naskirî yên Îranî di rêya torên civakî de hişyariya rewşeke xirab li Mibahadê didin û bang li xelkê bajarên cuda yên Îranê kirine ku piştîvaniya xelkê bajarê Mihabadê bikin.

Li bajarê Endîşe yê serbi parêzgeha Tewrêzê, avahiya şaredariyê ji aliyê xwepêşanderan ve hate şewitandin.

Li derve jî di li ser daxwaza encûmena malbatên qurbaniyên balafira Ukraynî, di salvegera xwepêşandanên sala 2019ê yên Îranê de xwepêşandan li çendîn bajarên cîhanê birêve çûn.

Duh û şevê din jî li bajarên Parîs, Berlîn, Bruksel, London, Roma, Prag, Budapeşt, Ziyorîx, Glasko, Dublîn û çend bajarên Kanadayê xwepêşandan hatin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst