Asayişa Rojava têkildarî êrîşa Tirkiyê: Tenê li gundekî Dêrikê 11 şehîd hene

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê di dauxyaniyekê de ragihand, di encama êrîşa esmanî ya Tirkiyê de tenê li gundekî Dêrikê “11 welatiyên sivîl” canê xwe ji dest dane.

Artêşa Tirkiyê şevê din operasyoneke nû ya esmanî bo ser hin navçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê bi navê “Operasyona Pence Şûr” dest pê kir û firokeyên şer ên Tirkiyê li her du aliyan gelek cih bombebaran kirin.

Derbarê operasyonê de Hêzên Ewlekariya Hundurîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Asayişa Rojavayê Kurdistanê) îro daxuyaniyek belav kir û têde behsa êrîşa esmanî ya bo ser gundekî ser bi bajarê Dêrikê kiriye.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê dibêje, Tirkiyê êrîşî ser gundê Teqil Beqil ê ser bi Dêrikê ve kiriye û “di encama wê de 11 hemwelatî şehîd ketin”.

Di daxuyaniya xwe, Fermandariya Giştî ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê êrîşên Tirkiyê şermezar dike û bang li her kesî dike, li dijî êrîşên Tirkiyê bertek û helwesta xwe nîşan bidin û li dijî van êrişan bisekinin.

Li aliyekî din, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da û ragihand, “Di vê êrîşê de herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanî, Til Rifet û Şehba hatin hedefgirtin.”

Fermandariya Giştî ya HSDê herwiha amarên êrîşan aşkere kiriye û diyar kiriye, di êrîşan de heta niha 30 kesan canê xwe ji dest dane, ku 15 ji wan xelkê sivîl, karmend û şervan in û 15 kes jî leşkerên artêşa Sûriyê ne.

Derbarê êrîşa li gundê Teqil Beqil de jî HSD dibêje, “Li gundê Teqil Beqil di lêdana destpêkê de karmendek saziya kehrebê şehîd bû. Piştî lêdana destpêkê dema ku gel xwest biçe hewara birîndaran, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker careke din gel kire hedef û komkujiyeke mezin pêk anî. Di encamê de 11 welatiyên sivîl şehîd bûn, 6 welatî jî birîndar bûn.”