Dije Teror a Kurdistanê derbarê êrîşên esmanî yên Tirkiyê bo ser PKK û YPGê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – Dije Teror a Kurdistanê derbarê operasyona nû ya Tirkiyê ya bo ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, artêşa Tirkiyê heta niha 25 êrîşên esmanî bo ser pêgehên cuda yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêkanîne.

Artêşa Tirkiyê şevê din operasyoneke nû ya esmanî bo ser hin navçeyên Rojava û Başûrê Kurdistanê dest pê kir û firokeyên şer ên Tirkiyê li her du aliyan gelek cih bombebaran kirin.

Dije Teror a Kurdistanê derbarê operasyona nû ya Tirkiyê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, di operasyona îro ya Artêşa Tirkiyê de pêgehên PKKê li Başûrê Kurdistanê û yên YPG li Rojavayê Kurdistanê hatine armanckirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin, di operasyona îro de “artêşa Tirkiyê 25 êrîşên esmanî bo ser bingeh û pêgehên çekdarên YPG û PKKê” li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêkanîne.

Dije Teror a Kurdistanê herwiha dibêje, artêşa Tirkiyê ew êrîşên esmanî “li sînorê Heseke û gundewarên Heleb, Reqa û Kobanî li Rojavayê Kurdistanê û gundên qezaya Mawet, quntara Çiyayê Qendîlê, Çiyayê Kurtek, Çiyayê Aasos û sînorê Biradost” pêk aniye.

Derbarê zirarên wan êrîşên esmanî de jî Dije Teror a Kurdistanê dibêje, heta niha 32 çekdarên YPGê û PKKê canê xwe ji dest dane û hejmarek jî birîndar bûne.