Dîlok: Ji ber kuştina hevjîna xwe mêrek û kurê wî hatin desteserkirin

20-11-2022
RÛDAW
Nîşan Dîlok Kuştina Jinan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê bi sedema ku destê wan di kuştina jinekê de hebûye du kes hatin desteserkirin.

Li navçeya Şehîtkamil a bajarê Dîlokê, Mehmet Y. yê ku hevjîna xwe Derya Y. bi çekê kuşt, tevî kurê xwe M.Y hate desteserkirin.

Ew bûyer 16ê mehê li taxa Merveşehîr ya bajarê Dîlokê qewimî kesekî 52 salî hevjîna xwe ya 38 salî ku li ber cûdabûnê bû bi çekê kuşt. Duh li gel kurê xwe hatin desteserkirin.

Piştî rêkarên despêkê yên li Navenda Ewlekariyê ew veguhestine dadgehê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst