Mesrûr Barzanî û Brett McGurk civiyan

20-11-2021
RÛDAW
Nîşan Brett McGurk Mesrûr Barzanî Herêma Kurdistanê Amerîka Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Rêkxerê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Amerîkayê, tekezî li ser pêşxistina hevkarî û alîkariyê kirin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Rêkxerê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Amerîkayê Brett McGurk îro li Behreynê civînek pêkanîn.

Li gor zanyariyan di civînê de dawî guhertin û pêşhatên li navçeyê, rewşa Iraqê ya piştî hilbijartinên parlamentoyê û peywendiyên Herêma Kurdistan û Amerîkayê hatin gotûbêjkirin.

Mesrûr Barzanî û Brett McGurk di civînê de, ji bo aramî û seqamgiriya Iraq û herêmê, tekezî li ser pêşxistina hevahengî û hevkariyê kirin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Behreynê li gel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin û şanda li gel jî civiyabû.

Di civînê de Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, “bi rêz û pêzanîn, amaje bi rol û pêgeha karîger a Serok Mesûd Barzanî ya li Herêma Kurdistan û Iraqê” kiribû.

Lloyd Austin herwiha tekez kiribû ku Herêma Kurdistanê hevbeş û hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ye û dûpat jî kiribû ku Amerîka, berdewam dibe li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê, taybet jî Hêzên Pêşmerge, di şerê dijî DAIŞê de.”

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Behreynê li gel şandên bilind ên welatan dicive.

Li gor gotina Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, rewşa herêmê û Iraqê, hilbijartin, pêkanîna hikûmeta bê, mesela DAIŞ û gefên wê, ji mijarên sereke yên civînên li gel şandên welatan e ku gotûbêj li ser tên kirin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo beşdariya di 17emîn Korbenda Diyalogê ya Menamayê 2021 (IISS Manama Dialogue 2021) de li Behreynê ye û şandên zêdetirî 40 welatan di wê korbendê de beşdar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst