Hewlêr (Rûdaw) - Tehîna Amêdiyê li Başûrê Kurdistanê çiqasî navdar be, ya Şirnexê jî li Bakurê Kurdistanê ewqasî navdar e. Kunciyên ku li qûntara çiyayên Cûdî û Gabarê tên çandin, di aşê avê yê dîrokî de tên hêran û rojane 400 kîlo tehîn tê berhemanîn.
Li navçeya Dêrgulê ya Şirnexê kunciyên ku li qûntara çiyayên Cûdî û Gabarê tên çandin di aşê avê yê dîrokî de tên hêrandin.
Li navçeya Dêrgulê ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê kunciyên ku li qûntara çiyayên Cûdî û Gabarê tên çandin di aşê avê yê 152 salî de tên hêrandin û rojane 400 kîlo tehîn tê bidestxistin. Hilberînerê tehînê Mehmet Demir balê dikşine ser proseya berhevkirina kunciyan û dibêje her çiqasî karekî zehmet be, lê ew dixwazin vê kevneşopiyê berdewam zindî bihêlin.
Hilberînerê Tehînê Mehmet Demir jî got: “Em kunciyan berî ku baran bibare berhev dikin. Bi dasê jê dikin û bi qefla girê didin. 3 rojan bi wî awayî li ber rojê dimîne û kuncî heb heb dikevin. Em van kunciyan 8 demjimêran di avê de dihêlin û piştî spî dibin em dîsa wan li ber rojê ziwa dikin. Karekî zehmet e.”
Jin kunciyên ku hatine ziwakirin li ser kevirekî pan diqelînin û bo hêrandinê amade dikin. Di aşê avê yê dîrokî de ku îsal hatiye nûjenkirin, ji tonek kuncî nêzîkî 800 kîlo tehîn tê bidestxistin û bo piraniya parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdîstanê tê şandin.
Xwediyê aş Muzhap Demir jî got: “Ev aş mîratê kalikê min e. Sala 1869an hatiye çêkirin û heta roja me ya îro jî hatiye. Daxwaza li ser vê tehînê zêde ye. Ji ber hem kunciyên me bi kalîte ne û hem jî bi awayê xwezayî tê çêkirin tehîna me jî xwezayî ye, tama wê xweş e.”
Li navçeya Dêrgulê ku 10 kîlometre dûrî navenda Şirnexê ye û 5 taxan li xwe digre, li ser rûberê nêzîka 1000 donim erd salane 50 ton kuncî tên berhevkirin û nêzîka 40 hezar kilo tehîn tê bidestxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse