Lloyd Austin: Amerîka dê li ser piştgiriya Pêşmerge berdewam be

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin ji şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê re tekez kir ku ew dê berdewam bin li ser piştevaniya Hêzên Pêşmerge.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi Serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro li Behreynê li gel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin û şanda li gel civiya.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Herêma Kurdistanê, di civînê de Wezîrê Berevaniya Amerîkayê, “bi rêz û pêzanîn, amaje bi rol û pêgeha karîger a Serok Mesûd Barzanî ya li Herêma Kurdistan û Iraqê kir.”

Lloyd Austin tekezî li ser wê kir, Herêma Kurdistanê hevbeş û hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ye û dûpat jî kir ku Amerîka, berdewam dibe li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê, taybet jî Hêzên Pêşmerge, di şerê dijî DAIŞê de.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî spasiya piştgiriya berdewam a Amerîkayê kir û tekezî li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de û herwiha hevahengiya emnî ya li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê, kir.

Diyaloga stratejîk a Amerîka û Iraqê û girîngiya cîbîcîkirina rêkeftina Şingalê, mijarên din ên civîna şandên Herêma Kurdistan û Amerîkayê bûn.

Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Behreynê li gel şandên bilind ên welatan dicive.

Li gor gotina Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, rewşa herêmê û Iraqê, hilbijartin, pêkanîna hikûmeta bê, mesela DAIŞ û gefên wê, ji mijarên sereke yên civînên li gel şandên welatan e ku gotûbêj li ser tên kirin.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo beşdariya di 17emîn Korbenda Diyalogê ya Menamayê 2021 (IISS Manama Dialogue 2021) de li Behreynê ye û şandên zêdetirî 40 welatan di wê korbendê de beşdar in.