Li Mêrdînê operasyona gendeliyê: 8 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de  8 kes bi tohmeta ku  di îhaleyên fermî de gendelî kirine hatin desteserkirin. Li gor zanyariyan di nav kesên ku hatine desteserkirin de berpirs û rêvebirên parêzgariya Mêrdînê jî hene.

Hêzên ewlekariyê li parêzgeha Mêrdînê îro 20ê Mijdara 2021an di çarçoveya lêkolîna Serdozgeriya Komarê ya wê parêzgehê de, li dijî Serokayetiya Kordînasyon û Çavdêriya Veberhênan a parêzgariya  Mêrdînê operasyonek pêkanîn.

Di encama operasyonê de 8 kesên ku di nav wan berpirs û karmendên parêzgariyê jî hebûn hatin desteserkrin.

Li gor zanyariyan kesên desteserkirî bi tohmeta ku di îhaleyên fermî yên di navbera salên 2017-2018an ên li navçeya Artukluyê de  gendelî kirine, hatine desteserkirin.

Hat ragihandin ku kesên desteserkirî ji ber karûbarên îfadeyê bo navenda ewlekariyê hatin birin.