Koçbereke Êzidî behsa rewşa ser sînorê Belarûs-Polandê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Malbata Zîne Xelef ku tevlî hezaran kesan çûbû Belarusê bi armanca derbaskirina sinorên Yekîtiya Ewropayê, li gel yekem karwana bi neçarî û ji ber zehmetyên ser sinor vegeriyan Kurdistanê û çûn  mala xwe ya li Kampa Keberto li parêzgeha Duhokê. Zîne Xelef dibêje gelek tehdayî li wan hat kirin.

Malbateke Kurda Êzidî mînakek e ji hezaran malbatên din ku bi xewna derbasbûn û jiyana li Ewropa ji çadira xwe derketine, lê bûne qurbaniya qeçexçyan. Koçbera Şingalê Zîne Xelef behsa rewşa malbata xwe kir.

Koçbera Şingalê ya Kurda Êzidî Zîne Xelef got: “Em 13 rojan li ser sînorê di navbera Belarus û Polandê de man. Berpirsên Belarusî sibê û êvarî ji me re digotin herin Polandê. Li me zorê dikirin ku em ligel zarokên xwe herin.”

Bi armanca derbasî welatên Ewropayê bibin, roja Duşemê 8ê Mijdara 2021ê pêleke koçberan bo ser sînorê Belarûs-Polandê destpê kir, lê Polandê bo rê li ber koçberan bigre artêş û hêzên emnî yên welatê xwe xistin tevgerê. Ji ber serma, birçîbûn, tîbûn û rêya dijwar, beşek koçberan biryar dan vegerin welatê xwe û beşek ji wan jî hê li ser sînor û nav kampên Belarusê mane ku li ser sînorê Polandê ye.

wiha behsa wan çend rojên tal û dijwar dike ku li ser sînor derbas kirine: “Bi rastî hikûmeta Belarusê gelek xirab bû û gelek tehdayî li me kirin. Hikûmeta Belarusê niha sî tehdayê li xelkê dike û nahêlin vegerin jî. Eger zarok û pîra me nexweş nebana, ez û zilamê xwe li wir biman jî em nedihatin vir. Çimkî hikûmeta me tiştekê ji me re nake. Eger hikûmetê tiştek ji me re kiriba em dê 8 salan di çadiran de nediman. Zarokên me di çadiran de mezin bûn, niha hûn ji wan bipirsên hûn xelkê ku derê ne dê bibêjin em xelkê kampê ne.”

Li gor Federasyona Seranser a Penaberên Iraqê, 3000 koçber li ser sînorê Belarûs – Polandê ne ku zêdeyî 1000 kes ji wan xelkê Başûrê Kurdistanê ne. Êvara Pêncşemba borî yekem karwanê koçberan ji Belarûsê gehişte Hewlêrê.