Sîlvaya ji Rojava bi nexweşiya çerm ketiye û li benda alîkariyê ye

Zaxo (Rûdaw) – Keçeke 19 salî ya ji Rojavayê Kurdistanê bi nexweşiyekê ketiye ku divê berdewam çareseriyê werbigire û li benda alîkariyê ye.

Sîlva Ebdulreman, xelka Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye. Ew 9 sal e, li gel dayika xwe penaberî Başûrê Kurdistanê bûye. Sîlva Ebdulreman ku niha li gel malbata xwe li Zaxo dijî, tûşî nexweşiya çerm bûye.

Sîlva Ebdulrehman, Nexweş, dibêje, “Dema ku çareseriyên min dereng dimînin, ji serî heta binî ez dibim Sedefî û xwe dixwerînim. Av û xwîn ji birînên min tên. 24 demjimêran xwe dixwerînim.”

Sîlva Ebdulrehman, 19 salî ye, pênc caran xwezgînî çûne bo xwestina wê, lê ew ji ber nexweşiya xwe, naxwaze bizewice, heta ku çareseriyê werdigire. Lê rewşa malbata wê nebaş e û dayika wê ya 50 salî jî hemû diravên xwe bo wê mezaxtine.

Ayîşe, Hacî, Dayika Nexweş, dibêje, “Ev du car in ez keça xwe dibim Hindistanê. Her carê derdora 15 hezar dolaran lê xerc dikim. Ez gihiştim sînorekê ku nikarim peyda bikim. Eger çareserî rawest e, nexweşiya wê vedigere û divê dîsa ji nû ve destpê bikin û derziyên wê danin, feyda yên din diçe.”

Nojdarê taybetmend ê ku Sîlva Ebdulrehman her 15 rojan serdana wî dike, dibêje, dermanê vê nexweşiyê giran e. Her derziyeke ku Sîlva Ebdulrehman werdigire, bi 500 dolaran e.

Basil Seydu Ehmed, Nojdarê Nexweşiyên Çermî û Ciwankariyan, dibêje, “Nexweşiya wê em jê re dibêjin, Sedefî. Çareseriya wê peywendî bi derziyan ve heye, ev jî giran e.”

Sîlva Ebdulreman, ev 8 sal e bi vê nexweşiya çermî ketiye, neçar e ku berdewam çareseriyê werbigire.