Îsmaîl Beşîkçî: Bîranîna Dr. Firset Sofî herdem zindî dimîne
Hewlêr (Rûdaw) – Sosyolog, nivîskar û akademîsyenê navdarê Tirk, Îsmaîl Beşîkçî ji ber koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê, Dr. Firset Sofî peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama sersaxiyê tevî wêneyeke Îsmaîl Beşîkçî û Firset Sofî ê bi hev re li ser hesaba Facebookê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hatiye belavkirin, û têde Beşîkçî xemgînî û diltengiya xwe ji ber koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê tîne ziman û pesnê kesayetiya Dr. Firset Sofê dide.
Îsmaîl Beşîkçî dibêje: “Koça dawî ya Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê ez gelek dilteng û xemgîn kirim, Dr Ferset Sofî birêveberêkî elmanî (layîk), demokrat, serxwebûnxwaz û azadîxwaz bû. Bîranîna wî herdem bi zindî dimîne.”
Di beşeke din a peyama xwe de, Beşîkçî sersaxiyê li gelê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û dibêje: “Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat, hevalên koçkirî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kurd û Kurdistaniyan dikim.”
Dr. Ferset Sofî 41mîn parêzgarê Hewlêrê bû, ku roja 19ê Cotmeha bihorî, piştî encamdana pişkinînê, derketibû bi Coronayê ketiye û ji ber rewşa wî ya tendirustî ya giran, ew ji bo Tirkiyê hatibû veguhastin û roja 17ê Mijdarê di temenê 42 saliyê de, koça dawî kir.
Duh Pêncşemî 19ê Mijdarê termê Dr. Firset Sofî bi balafireke taybet ji Enqere ya paytexta Tirkiyê bo Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hat vegerandin û di merasimeke fermî de bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek berpirsên din pêşwaz lê hat kirin û paşê li goristana Şêx Ehmed a Hewlêrê hat veşartin.
Îsmaîl Beşîkçî, tevî ku bi eslê xwe tirk e, lê weke kesekî berevnkarê mafên Kurdan tê naskirin û her ji ber lêkolînên xwe yên derbarê Kurd û Kurdistanê de, ji aliyê Tirkiyê ve bo dema 17 salan hatibû zindanîkirin.