Îsmaîl Beşîkçî: Bîranîna Dr. Firset Sofî herdem zindî dimîne

20-11-2020
RÛDAW
Nîşan Îsmaîl Beşîkçî Firset Sofî Kurd Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Sosyolog, nivîskar û akademîsyenê navdarê Tirk, Îsmaîl Beşîkçî ji ber koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê, Dr. Firset Sofî peyameke sersaxiyê belav kir.

Peyama sersaxiyê tevî wêneyeke Îsmaîl Beşîkçî û Firset Sofî ê bi hev re li ser hesaba Facebookê ya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî hatiye belavkirin, û têde Beşîkçî xemgînî û diltengiya xwe ji ber koça dawî ya parêzgarê Hewlêrê tîne ziman û pesnê kesayetiya Dr. Firset Sofê dide.

Îsmaîl Beşîkçî dibêje: “Koça dawî ya Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê ez gelek dilteng û xemgîn kirim, Dr Ferset Sofî birêveberêkî elmanî (layîk), demokrat, serxwebûnxwaz û azadîxwaz bû. Bîranîna wî herdem bi zindî dimîne.”

Di beşeke din a peyama xwe de, Beşîkçî sersaxiyê li gelê Kurd û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û dibêje:  “Sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat, hevalên koçkirî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Kurd û Kurdistaniyan dikim.”

Dr. Ferset Sofî 41mîn parêzgarê Hewlêrê bû, ku roja 19ê Cotmeha bihorî, piştî encamdana pişkinînê, derketibû bi Coronayê ketiye û ji ber rewşa wî ya tendirustî ya giran, ew ji bo Tirkiyê hatibû veguhastin û roja 17ê Mijdarê di temenê  42 saliyê de, koça dawî kir.

Duh Pêncşemî 19ê Mijdarê termê Dr. Firset Sofî bi balafireke taybet ji Enqere ya paytexta Tirkiyê bo Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê hat vegerandin û di merasimeke fermî de bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û gelek berpirsên din pêşwaz lê hat kirin û paşê li goristana Şêx Ehmed a Hewlêrê hat veşartin.

Îsmaîl Beşîkçî, tevî ku bi eslê xwe tirk e, lê weke kesekî berevnkarê mafên Kurdan tê naskirin û her ji ber lêkolînên xwe yên derbarê Kurd û Kurdistanê de, ji aliyê Tirkiyê ve bo dema 17 salan hatibû zindanîkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst