Hunermendê Kurd Beytocan ji nexweşxaneyê hat derxistin

20-11-2020
RÛDAW
Nîşan Beytocan Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa tendirustiya hunermendê navdarê Kurd Beytocan baştir bûye û ew ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û birine malê.Lli malê çavdêriya tendirustiya wî tê kirin û dermankirina wî li malê dê berdewam be.

Li ser navê malbatê, Adarcan birayê hunermend Betocan li ser medyaya civakî ragihandiye, ku rewşa tendirustiya Betocan niha baş bûye û ji nexweşxaneyê hatiye derxistin û li malê çavdêriya rewşa tendirustiya wî tê kirin, lê belê ji bo hin çareseriyan dê car caran wî bibin nexweşxaneyê.

Adarcan gotiye: “Lênihêrîn û tedawiya wî ya rojane dê li malê, radyoterapiya wî jî dê li nexweşxaneyê berdewam bike.”

Birayê hunermend Beytocan herwiha ragihandiye: “Em divê li ser baldariya doxtora ji arsim (zekema giran), bapêş (zekemî), bahor (grîp) û Coronayê (Covid-19) haydar bin û xwe biparêzin. Lewra ji van sedemên pir giring û dijwar em ji her kesî tika û lava dikin, ger em bi riya telefonan, serdanerî yan jî bi çapemeniya sosyalê neyên westandin , ew dê alîkariya başbûna wî bike.”

Hunermendê bi navûdeng ê Kurd Beytullah Gunerî ku bi navê Beytocan tê naskirin û li Swêdê dijî, ew heyamek e tûşî nexweşiya pençeşêrê bûye û ji ber ku rewşa tendirustiya wî xerab bibû, demek berî niha ew rakiribûn nexweşxaneyeke Stockholmê û di bin çavdêriya tund a pizîşkan de bû.

Ew hunermendê Kurd ku pençeşêr li hemû laşê wî belav bûye û jiyana wî di metirsiyê de ye, niha li nexweşxaneyeke li Stockholma paytexta Swêdê di bin çavdêriya tund de ye.

Beytocan, yek ji hunermedên herî navdar e hem li Kurdistanê hem jî li derveyî Kurdistanê navê xwe bi berhem û dengê xwe belav kiriye.

Gelek kes bi stranên wî navdar bûne û stranên wî yên herî navdar “Agir Kete Dilê Min”, “Yan Mirin ya Diyarbekir” ji aliyê gelek hunermendan ve hatine gortin.

 Beytocan sala 1955an li Farqîna Amed a Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û ev heyamek e li Swêdê dijî.

Beytocan sala 2001 albumên bi navê “Te Nadin Min” û “Bîst û Yekê Adarê” û sala 2011an jî albuma bi navê “Etuna Dilê Min” belav kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst