Li Kifriyê 26 zarokên cêwî di dibistanekê de dixwînin

Kifrî (Rûdaw) - Li dibistaneke bajarokê Kifriyê li Germiyanê 26 zarokên cêwî hene û beşek ji wan weke hev, beşek ji wan jî ne weke hev in.  Mamosteyên wê dibistanê jî bi vê rewşê kêfxweş in ku navê dibistana wan bi saya van cêwiyan belav bûye.

Enes û Yûsif cêwî ne û biçûkên malê ne. Ew 6 salî ne û kêm kes dikarin wan ji hev cuda bikin. Ew bi xwe jî dema li wêneyên xwe dinêrin hev dernaxînin.

Dayika wan cêwiyan dibêje, “Mirov nikare wan ji hev cuda bike, karê me gelek dijwar e. Carna ez yekê dibim bo razandinê lê ez lê dinêrim ew ê ku min digot qey min razandiye, hişyar e. Bi vî awayî lênêrîna wan hinekê  dijwar e. Eger hûn bo kesekî tiştekî bikin, divê hûn bo yê din jî bikin, eger na nabe. Ez wan ji tebîeta wan û patika wan nas dikim, eger na tevlîhev dikim û nikarim ji hev cuda bikim.”

Yek ji wan cêwiyên xwendekar ê bi navê Necmeddîn Fayiq jî cudahiya xwe ya li gel xwîşka xwe wiha vedibêje, “Cudahiya di  navbera min û xîşka min Deşniyê de bîrkarî ye ku ez ji wê zîrektir im. Ti cudahiyeke me a din nîne. Ew di warê bîrkariyê de hinekê lawaz e.”

Herwiha cêwiyeke din a bi navê Şara Dilşad jî dibêje, “Xwîşka min piçekî ji min qelewtir e û ez piçekê ji wê spîtir im. Jibilî van ti cudahiyek di navbera me de nîne.”

Xwendekarekî din ê bi navê Elend Ebbas jî dibêje, “Dayika me, me ji destên me nas dike. Ji ber ku ez bi destê çapê dinivîsîm û ew jî bi destê rastê.”

Evîn Muhammed ku cêwiyê wê jî heye dibêje, “Ew futbolê dilîze, ez nikarim bilîzim. Ew PUBG dilîze, ez nizanim û nikarim bilîzim û fêr bibim.”

Helwesta wan cêwiyên li vê dibistanê bûye mijara sohbetê di navbera mamosteyan de, lêbelê ji wê yekê jî kêfxweş in ku dibistana wan bi saya wan cêwiyan navê wê belav bûye.

Mamosteya bi navê Peyam Osman dibêje, “Yek ji wan ji pirsî bê ka gelo dê kengî televîzyon bo dîmengirtinê bê. Min jî got, ‘demjimêr 10.00’. Piştî çendekê yê din hat heman pirs pirsî û min jî jê re got, ‘ma min ji te re negot demjimêr 10.00an dê bên’. Wî jî got, “Mamoste ew ne ez bûm, birayê min bû.”

Seywan Elî ku ew jî mamoste ye li wê dibistanê dibêje, “Bi rastî jî rewşeke xweş û taybet e. 13 cêwî ango 26 xwendekarên me hene. Taybetmendiyên wan jî cuda ne û peywendiyên wan li gel mamosteyan jî gelek nêzîk in.”

Yek li ser sê ji wan cêwiyan weke hev in û du li ser sê ji wan cêwiyên li vê dibistanê ne weke hev in, cêwiyên weke hev ji yek hêkê çêbûne û piştre bi derbasbûna dem re dibin du zarokên ciyawaz ku weke hev in. Lêbelê ew cêwiyên ne weke hev ji du hêkên cuda çêdibin.