Li Herêma Kurdistanê ji dayikbûna pêxemberê îslamê tê pîrozkirin

20-11-2018
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Hewlêr Duhok Zaxo Silêmanî Mewlûd Hz. Mihemed
A+ A-



Hewlêr (Rûdaw) – Îro 20ê Mijdara 2018ê di salroja ji dayikbûna pêxemberê îslamê Hz. Mihemed (S.X.L) de, misilmanên li Kurdistanê û cîhanê bi taybet jî welatên îslamî bi merasîmên ciyawaz ew roj ku weke Mewlûd tê naskirin, pîroz kirin.

 

Li bajarê Hewlêr ê paytexta Herêma Kurdistanê merasîmên Mewlûda pêxemberê îslamê bi coşeke mezin tên lidarxistin. Weke ku tê gotin, bajarê Hewlêrê yekemîn bajar bûye li ser asta cîhana îslamî, ku xelkê wê Mewlûda Hz. Mihemed pîroz kirine.

 

Merasîmên Mewlûdê li Hewlêrê bi qasekî bi coş û rengîn in, ku ji welatên din ên cîhanê ve jî xelk bo dîtin an jî beşdarbûna di waan merasîman de serdana Hewlêrê dikin.

 


Bi gotina xelkê Hewlêrê û dîroknivîsan, Hewlêr yekemîn bajar li cîhana îslamî bûye, ku Mewlûd têde hatiye xwendin û Sultan Muzeferedîn Kokberî jî yekem kes bûye ku merasîm bo bîranîna wê rojê li Hewlêrê saz kiriye.

 

Di roja ji dayikbûna pêxemberê îslamê de, li piraniya welatên îslamî de betlaneya fermî ye û çalakiyên ayînî tên lidarxistin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî îro Sêşembî weke betlaneya giştî li tevaiya sazî û dezgehan ragihandiye.

 

Yek ji nerîtên (urf û adetên) pêşwazîkirina li Mewlûdê li Başûrê Kurdistanê, ev e ku kolan û cade û bazarên bajaran bi dirûşmên ayînî tên xemildandin û dirûdên ayînî tên xwendin.

 

Herwiha bawermendên misilman, jiyanname û gotinên pêxemberê îslamê di nava xelkê de belav dikin.

 

 

Derbarê bîranîna roja ji dayikbûna Hz. Mihemed de du nerînên cuda hene, nerîna Sofiyan û ya Selefiyan. Sofî dibêjin, Mewlûda pêxember sunneteke giring e, lê belê Selefî, bîranîna ji dayikbûna pêxemberê îslamê bi heram dibînin û dibêjin, Hz Mihemed bixwe ew bîranîn pîroz nekiriye.


 

 

Bîranîna ji dayikbûna Hz. Mihemed li Hewlêrê.. Peyamnêrê Rûdawê, Rence Cemal li gel xelkê diaxive

 

 

 

 

Bîranîna ji dayikbûna Hz. Mihemed li Duhokê.. Rêveberê Ofîsa Rûdawê li Duhokê, Nasir Elî zanyariyan dide 

 

 

 

Li Zaxo jî bîranîna ji dayikbûna pêxemberê îslamê birêve diçe, Peyamnêrê Rûdawê li Zaxo, Yûsif Musa zanyariyan dide


 

 

Li qezaya zaxoyê ya ser bi Duhokê ve hejmareke ji dikandaran bi helkevta vê roja pîroz a cîhana îslamî, xwarinê bo 1500 kesan amade dikin

 

Li Duhokê Nêçîrvan Hisên behsa çalakiyên li vî bajarî dike


 

 

Peyamnêrê Rûdawê, Helo Mihemed behsa çalakiyê devera Germiyanê dike 


 

 

Peyamnêrê Rûdawê, Pêşewa Pehlewî jî li gundê Berdesorê yê ser bi qezaya Berdereşê ve li gel xelkê wî gundî diaxive


 

Li vî gundî, her malekê ajelek serjê kirine û goştê wan bi ser xelkê hejar û akinciyên gund de dabeş kirine. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst