XURMATÛ – Hêj 9 hezar xelkê navçeyê koçber in

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî bûyerên 16ê Cotmehê 9 hezar kesên ji Xurmatuyê koçberî herêma Germiyanê bûne hêj venegerane li ser milk û malên xwe.

 

Berpirsê Xebatên Mirovî li Germiyanê Bestûn Jaleyî ji Rûdawê re got: “Piştî bûyerên 16ê Cotmehê nêzîkî 9 hezar kesên ji Xurmatuyê koçberî Germiyanê bûne heta niha jî venegerane. Koçberên Xurmatuyê ji ber çend sedeman naxwazin vegerin.”


Bestûn Jaleyî derbarê sedema venegera koçbaran de wiha got: “Hinek ji wan pêşmerge neî male beşek ji wan hilweşiyane û hinek ji wan ji ber nebûna rewşa ewle venagerin.”


Derbarê mercên jiyana koçberan de jî Jaleyî diyar kir ku beşek ji koçberan li herêmê peywendiyên baş ligel xelkê çêkirine û dest bi kar kirine, hinek fermanber in, lê pêwîstiya beşekê bi alîkariyê heye.


Li gor daneyên Komelya Xelkê Xurmatu li wê navçeyê 88 mal hatine hilweşandin û zêdeyê 300 malan hatine şewitandin û li 2 hezar û 500 malan jî bûyerên talankirinê rû dane. Herwiha piştî talankirinê herdû bazarên li navçeyê jî hatine şewitandin.


Ji bûyerên 16ê Cotmeha sala 2017ê ve Heşda Şabî û Artêşa Iraqê qezaya Xurmatû û derdora wê kontrol kirin. Lê ji wê demê û heta niha nikarîne navçeyê di warê ewlekariyê de bi tevahî biparêzin.


Berî 16ê Cotmehê hejmara niştecihên wê nêzîkî 220 hezar kesî bû. Kurd ji sedî 55, Ereb ji sedî 15 û Tirkmen ji sedî 30 in. Lê piştî bûyerên 16ê Cotmehê hemû tiştek bilez hate guhertin, ji ber Kurd koçber bûn ku piraniya niştecihê navçeyê bûn.