Heşda Şeibî red dike ji Zummar û Rebîe vekişya be

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Heşda Şeibî li Iraqê red dike, Hêzên Heşda Şeibî li navçeyên Zummar û Rebîe li parêzgeha Neynewayê paşde vekişya bin.


Berdevkê Desteya Heşda Şebî Ehmed Esedî di daxuyaniyekê de got, çend medyayan behsa vekişyana hêzên Heşda Şebî li navçeyên Zummar Rebîe û navçeyên derdûra wê dikin, lê ev nûçe nerastin û bê bingehin.

 

Ehmed Esedî got, hêzên Heşda Şeibî li tev wan navçeyên ku têde cêgîr bûne, mane û amadene ji bo cîbcîkirina tev biryarên fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê li tev enî û navçeyan.

 

Duh yekşemê, çavkaniyekê li bajarokê Zummar, ku ne xwast mvê wî eşker be, ji Rûdawê re ragihand, beşek ji çekdarên Heşda Şeibî li herdû bajarûkên Zummar û Rebîe vekişyane û niha hejmareke kêm ya hêzên Heşda Şebî li wê navçeyê mane.

 

Derbarê mijarê de Sererkanê Pêşmerge Cemal Êmînkî ji Rûdawê re ragihand, haya wan ji vekişandina hêzên Heşda Şeibî heye lê hê jî sedema vê yekê nizanin.

 

Derbarê çûna Hêzên Pêşmerge ya ji bo van navçeyan jî Êmînkî diyar kir, ku heta niha ji bo vegera pêşmerge ya van navçeyan ti rêkeftinek nehatiye kirin.

 

Roja 17ê Mijdarê çekdarên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bêyî şer hatine Şingal, Rebîe û Zummarê.