HESEKE – Dikandar ji bazara navendî derdikevin

20-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Heseke (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, xwediyên dikanan dev ji bazarê berdidin û li taxan dikanên xwe vedikin.


Li bajarê Hesekê, kurd dikan û karên xwe ji bazara sereke ber bi taxên kurdî ve vediguhêzin.


Bi gotina firoşkarekî cilan, ji ber ku şer carcaran li bazarê derdikeve û dizî jî çêdibe wan dikanên xwe li taxên kurdî vegirine.


Pisporekî komputeran dibêje ku ne tenê kurd dikanên xwe li bazaran girtine û li taxan vegirine, lê ereb û xiristiyan jî bi vê gavê rabûne.


Bi gotina wî, ew li taxa Miftî bi aramî kare xwe berdewam dike.


Keçeke kurd kêfxweşiya xwe bi vegerîna dikanan li taxa wan diyar dike û dibêje ew hemû pêdiviyên xwe li taxê dabîn dikin. Bi gotina wê dikanên zêr jî niha li taxa wan hene.


Bazara Hesekê di navbera hêzên ewlekariya Sûriyê û Asayîşa Kantona Cezîrê de dabeşkirî ye.


Carcaran şer û pevçûn di navbera herdû aliyan de derdikevin. Ev jî dibe sedema ku bi rojan karê xwediyên dikanan raweste.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst