DBKê îro dicive û her du encûmen wê bersiva daxwaz hevdu bidin

20-11-2013
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw)- Desteya Bilind a Kurd (DBK) ku ji Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) pêk tê wê îro li bajarê Qamişlo civînekê li dar bixe. Pirsa rêveberiya demî ya ku ji aliyê PYDê û hinek partî û aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê hatiye ragihandin wê di rojeva civînê de be.

Endamên DBKê roja pêncşemê ya borî civiyabûn, lê ji ber ku her du encûmenan bersiva daxwazên hevdu nedan, civîn bo roja çarşemê (Îro) hat paşxistin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, ENKSê daxwaz ji EGRKê kiriye ku deriyê Sêmalka yê sînorî bê vekirin, hemû girtiyên siyasî di zindanên YPGê û Asayişa PYDê de bên berdan û şerê ragihandinê jî bê rawestandin.

Herwiha EGRKê jî daxwaz ji ENKSê kiriye ku helwesta xwe derbarê kongreya Cenêv2 de zelal bike û pirsa Partiya Azadî ku EGRKê wê bi piştgirîkirina grûpên çekdarî yên ku şerê YPGê dikin gunehbar dike, bê yekalîkirin.

Endamê DBKê Siûd Mela berî niha ji Rûdawê re ragihand ku yek ji nûnerên ENKSê di DBKê de ye aşkere kir ku wan ji EGRKê xwestibû girtiyan berde û deriyê Sêmalka veke û herwiha şerê ragihandinê rawestîne, lê wan ev daxwaz qebûl nekirin.

Mela diyar kir ku nêzîkî 50 kesî li cem asayiş û YPGê yên ser bi PYDê ve girtî ne û axaftina xwe wiha domand: “Ew hemû girtiyên siyasî ne û piraniya wan endamên el-Partî û Azadî ne, lê EGRKê dibêje ew ne girtiyên siyasî ew tawanbar in”.

Derbarê deriyê Sêmalka yê sînorî de ku ji aliyê PYDê ve hatiye girtin, Mela got “Sêmalka bi biryara DBKê hatiye vekirin û divê bi biryara wê jî bê girtin, me ev tişt ji EGRKê re got lê ew her li ser helwesta xwe man”.

Pirsa rêveberiya demî ku ENKSê dibêje PYDê bi tena xwe ragihandiye wê yek ji mijarên civîna îro ya DBKê be.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst