Mêrdîn - Li 2 gundan qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Elfan Barman PKK Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li 2 gundên navçeya Stewrê yên Mêrdîna Bakurê Kurdistanê bi hinceta operasyona li dijî PKKyê qedexeya çûnûhatinê hat ragihandin.

Parêzgariya Mêrdînê li ser qedexeya çûnûhatinê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Mêrdînê li gundên Barman û Elfanê yên navçeya Stewrê "bi armanca ewlehiya can û malê welatiyan û operasyona li dijî PKKyê" 2 rojan qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.

Parêzgariyê diyar kir ku qedexe 20ê Çiriya Pêşînê saet 00:01 dest pê kiriye û heta 21ê Çiriya Pêşînê saet 00:00an berdewam e.

Di daxuyaniyê de tê îdiakirin ku "bi armanca qedandina endamên PKKyê, têkbirina stargehan, xerakirina qadên depo û bidestxistina kelûpelan li herêma her du gundan operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin û armanca qedexeyê jî parastina welatiyan e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst