Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im gelê Kurdistanê xelata xizmet û duristiyê bide
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî ku dengê xwe da got, "Xelatê bidin ê ku xizmet kiriye û yê ku bi çarenivîsa gelê Kurdistanê dilîze ceza bikin."
Dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir.
Welatiyên Herêma Kurdistanê îro diçin ser sindoqan û dengê xwe didin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li navendeke dengdanê ya li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê dengê xwe da.
Piştî dengdanê Mesrûr Barzanî got:
"Hemû welatiyên ku mafên wan ên dengdanê hene ji bo diyarkirina nûnerê xwe yê parlamentoyê û diyarkirina hikûmeta bê beşdarî dengdanê bibin."
Serokwezîr hêvî kir ku "Hilbijartinên îro di atmosfereke aram û bê pirsgirêk de werin kirin."
Her wiha Mesrûr Barzanî got, "Hêvîdar im îro xelkê Kurdistanê xelata xizmet û rastiyê bide û kesên ku bi çarenivîs û mafên xelkê Herêma Kurdistanê dilîzin ceza bike.
Ez hêviya serkeftinê ji gelê Kurd re dixwazim û bawer im gelê Kurd dê bi ser bikeve."
Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de mafê dengdanê yê 2 milyon û 654 hezar û 169 kesan heye.
Dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê saet 07:00an dest pê kir û dê saet 18:00an bi dawî bibe.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê bi cil û bergên Kurdî çû ser sindoqa dengdanê û dengê xwe da#KurdistanElection24 pic.twitter.com/7nvorKRtLM
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 20, 2024