Serok Barzanî: Hêvî dikim encamên hilbijartinê qonaxeke nû bi xwe re bînin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê Serok Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî hêvî kir ku  encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê qonaxeke nû bi xwe re bînin û di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de bin.

Xelkê Herêma Kurdistanê îro ji bo hilbijartinên Parlamentiya Herêma Kurdistanê çû ser sindoqan.

Heta niha ji sedî 90ê dengên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê hetine hejmartin. 

Serok Mesûd Barzanî li ser encamên hilbijartinan peyamek belav kir.

Serok Barzanî hêvî xwest ku encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di berjewendiya xelkê Herêma Kurdistanê de bin.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

“Şukir ji Xwedê re şeşemîn hilbijartinên dewreya 6an a Parlamentoya Kurdistanê bi serkeftî bi dawî bûn û gelê Kurd di atmosfereke azad de deng da.

Serketina vê pêvajoyê bê guman bi hemû pêkhate û partiyên xwe yên siyasî ve serkeftina gelê Kurdistanê ye.

Bi vê minasebetê spasî û pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Kurdistanê, alîgir endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hemû aliyên siyasî dikim.

Dixwazim spasiya Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê hemû aliyên pêwendîdar û hêzên ewlehiyê bikim ku bi hev re bûn alîkar ku pêvajoya hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi awayekî serkeftî were lidarxistin.

Hêvîdar im ev hilbijartin û encamên wê hêviyeke nû û qonaxeke nû bi xwe re bînin ku di berjewendiya hemû gelê Kurdistanê de be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst