Komîsyon: Rêjeya beşdarbûnê ji sedî 72 ye
Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku rêjeya beşdarbûnê ji sedî 72 ye.
Dengdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îro saet 07:00an dest pê kir saet 18:00an xelas bû.
Xelkê Herêma Kurdistanê çû ser sindoqan û dengê xwe da partî, lîste û nazmedên serbixwe.
Li 4 herêmên hilbijartinên mafê dengdanê yê 3 milyon û 789 hezar kesan hebû.
Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Eyser Yasîn îşev li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Li gorî amarên ku Eyser Yasîn dane, li gorî parêzgehan rêjeyên beşdarbûnê wiha ne:
Dihok: Ji sedî 78
Hewlêr: Ji sedî 74
Helebce: Ji sedî 69
Silêmanî: Ji sedî 65
Berpirsê Desteya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê Neberd Umer jî da zanîn ku ji bilî çend pirsgirêkên biçûk û teknîkî hilbijartin bê pirsgirêk hatiye kirin.
Komîsyona Hilbijartinan: Rêjeya beşdarbûnê ji sedî 72 ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) October 20, 2024
Li gorî amarên ku Komîsyonê dane, li gorî parêzgehan rêjeyên beşdarbûnê wiha ne:
Dihok: Ji sedî 78
Hewlêr: Ji sedî 74
Helebce: Ji sedî 69
Silêmanî: Ji sedî 65 pic.twitter.com/nSvSEi7EcQ