Komîsyon: Rêjeya beşdarbûnê ji sedî 72 ye

3 demjimêr berê
Nîşan Komîsyon Hilbijartin Parlamentoya Kurdistanê Rêjeya Beşdarbûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê ragihand ku rêjeya beşdarbûnê ji sedî 72 ye.

Dengdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îro saet 07:00an dest pê kir saet 18:00an xelas bû.

Xelkê Herêma Kurdistanê çû ser sindoqan û dengê xwe da partî, lîste û nazmedên serbixwe.

Li 4 herêmên hilbijartinên mafê dengdanê yê 3 milyon û 789 hezar kesan hebû.

Berdevkê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê Eyser Yasîn îşev li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Li gorî amarên ku Eyser Yasîn dane, li gorî parêzgehan rêjeyên beşdarbûnê wiha ne:

Dihok: Ji sedî 78

Hewlêr: Ji sedî 74

Helebce: Ji sedî 69

Silêmanî: Ji sedî 65

Berpirsê Desteya Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê Neberd Umer jî da zanîn ku ji bilî çend pirsgirêkên biçûk û teknîkî hilbijartin bê pirsgirêk hatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst