Hewlêr (Rûdaw) - Li Erzincanê du otomobîl li hev ketin û di qezayê de 2 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla ku Çagri D. diajot û otomobîla ku Dursun H. (56) diajot li ser rêya Erzingan û Erziromê li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û ekîbên AFADê çûn cihê qezayê.
Di qezayê de Dursun H, R.H. (53), Lutfiye H. (81), S.D. (20), Ayberk D. (43) û A.N. (39) birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gaziyê ya Zanîngeha Bînalî Yildirimê ya Erzinganê.
Ji birîndaran Ayberk D. û Lutfiye H. tevî hemû hewldanan jî mirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse