Mesrûr Barzanî: Hêvî dikim kabîneya 10an a Herêma Kurdistanê zû were avakirin

20-10-2024
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên a Îraqê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî encamên hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pîroz kir û hêvî xwest ku kabîneya 10an a Herêma Kurdistanê zû wera avakirin.

Mesrûr Barzanî ji ser hesabê xwe yê Facebookê peyamek belav kir û di peyama xwe de wiha got:

“Serkeftina pêvajoya hilbijartinên dewreya 6an a Parlamentoya Kurdistanê serkeftina Herêma Kurdistanê bû di ceribandineke din a demokrasiyê de.

Bi vê minasebetê pîrozbahiyê li hemû welatiyên Herêma Kurdistanê û di serî de li hemû pêkhateyan dikim.

Spasiya berxwedan û beşdariya çalak a welatiyan û bi taybetî malbatên serbilind ên şehîdan dikim.

Ez spasiya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê dikim ku ev pêvajo bi rê ve bir û serperiştiya wê kir. Hejmareke zêde ya welatiyan ji ber pirsgirêkên teknîkî nikarîbûn tevlî hilbijartinê bibin û em ji ber vê yekê jî dilgiran in.

Divê di hilbijartinên pêş de hewlên cidî ji bo çareserkirina van pirsgirêkan were dayîn û mafê dengdanê yê her welatiyekî were parastin.

Bi taybetî spasiya Hêzên Ewlehiya Navxwe dikim ku atmosfereke aram ji bo hilbijartinan peyda kirine.

Spas ji bo çavdêrên navneteweyî yên ku bûne şahidê vê serkeftinê.

Ez spasiya hemû aliyên siyasî dikim ku beşdarî vê hilbijartinê bûne û ji bo serkeftinê jî alîkarî kirine.

Hêvîdarim bi piştgiriya hevwelatiyên me yên dilsoz di zûtirîn demê de kabîneya 10em a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikeve xizmeta aştî, bextewerî, pêkvejiyan û pêşketina zêdetir a Herêma Kurdistanê.”

Dengdana hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro saet 07.00an dest pê kir û saet 18.00an qediya û niha dengên welatiyên tê hejmartin.

Xelkê Herêma Kurdistanê çû ser sindoqan û dengê xwe da partî, lîste û nazmedên serbixwe.

Li 4 herêmên hilbijartinên mafê dengdanê yê 3 milyon û 789 hezar kesan hebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst