Li Sêwazê mînîbus û otomobîlek li hev qelibîn: 10 kes birîndar bûn

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Endiresê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdsitanê otomobîl û mînîbusek li hev qelibîn û di bûyerê de 10 kes birîndar bûn.

Li ser rêya di navbera navçeyên Koçgirî û Endiresê otomobîla ku O.Gyê 29 salî diajot û mînîbusa ku F.Yyê 21 salî diajot li hev qelibîn.

Di bûyerê de tevî şofêr O.G., B.Ş.G. (30), N.G. (1), V.A. (35), A.E. (45), A.A. (41), H.O. (24), O.A. (45) û A.A. (22) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên Endires û Koçgiriyê.

Li gorî agahiyan, rewşa tendursitiyê ya H.O. xirab e û tîmên tenduristiyê ew veguhastiye Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Cumhuriyetê ya Sêwazê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst