Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dê kengî were avakirin?

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî diyar kir ku heta Newrozê dê hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê were avakirin.

Fewzî Herîrî li Hewlêrê piştî dengdanê ji Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal re axivî amaje bi wê yekê kir ku ew hêvî dike pêvajoya hilbijartinê bi aştî û adilane pêk were.

Fewzî Herîrî bangî xelkê jî kir û ji xelkê xwest ku biçin ser sindoqê û dengê xwe bidin.

Fewzî Herîrî di berdewamiya axaftina xwe de behsa bangeşeya aliyan kir û wiha got:

"Di her pêngava hilbijartinan de ne tenê li Herêma Kurdistanê li her derê bi awayekî rikeberî çêdibe.

Li Amerîkayê û welatên din binêrin, ev beşek e ji teşwîqkirina aliyan da ku alîgirên xwe bibin ser sindoqên dengdanê.

Aliyên siyasî piştî bangeşeyê divê li gorî pozîsyona xwe rûnên û li ser pêşeroja giştî ya Herêma Kurdistanê û hemû xelkê Herêma Kurdistanê bixebitin.”

“Beriya Newrozê dê hikûmet were avakirin”

Fewzî Herîrî amaje bi wê yekê kir ku dê Parlamentoya Kurdistanê ji bo pêkanîna hikûmetê Kanûna Pêşîn bicive.

Fewzî Herîrî amaje bi dema avakirina hikûmeta nû kir û wiha axivî:

“Li gorî pêşbîniya min pêvajoya avakirina hikûmeta nû dê gelekî berdewam neke. Heta mehekê dê encam werin pesendkirin.

Yanî ew diçe heta dawiya meha 11an û meha 12an jî Christmas û sersal û betlane hene.

Ji ber wê bi awayekî cidî rûniştinên pêkanina hikûmeta nû dê di meha yekê de dest pêk bikin û dê gelekî berdewam neke.

Ez hêvî dikim beriya Newrozê hikûmeta me hebe.

Parlamento dê di navbera 1ê Kanûna Paşîn û 1ê Sibatê de bicive û beriya Newrozê dê hikûmeta me hebe.”

“Rewşa herêmê hat gotûbêjkirin”

Fewzî Herîrî di berdewamiya axaftina xwe de behsa ziyareta Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Enqereyê jî kîr.

Fewzî Herîrî li ser naveroka civîna Nêçîrvan Barzanî û Serokkkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wiha got:

"Behsa pêwendiyên aborî hat kirin, behsa rewşa ewlehiyê û pêwendiyên Îraq û Tirkiyeyê hat kirin.

Her wiha peymana ewlehiyê hat gotûbêjkirin ku di navbera Îraq û Tirkiyeyê de hatibû îmzekirin.

Rewşa herêmê şerê Xezeyê, Şerê Libnanê û metirsiyên wê yên li ser herêmê û li ser Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin."

Rence Cemal ji Herîrî pirsî, “Wekî Xiristiyanekî peyama te ji Xiristiyanan re çi ye?” Herîrî wiha bersiv da:

“Ez her tim xwe wekî welatiyê Herêma Kurdistanê dizanim. Min her tim deng daye hizbên serekî yên Herêma Kurditanê.

Hêvî dikim xelkê Herêma Kurdistanê mafên xwe bi kar bînin û dengê xwe bidin wan kesan ku bîr û boçûnên wan xizmeta Herêma Kurdistanê dikin."